Grûpeke çekdar 3 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin

Îstixbarata Tirkiyê malên gundekî Efrînê pişknîn dike û 3 kalemêrên Kurd ên nexweş direvîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar a ser bi artêşa Tirkiyê ve, malên gundekî Efrînê pişknîn dike û 3 kalemêrên Kurd ên nexweş direvîne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpeke çekdar pêr 20 vê mehê li gundê Maratê yê ser bi navenda bajarê Efrînê ve de bi ser hejmarek malên gundiyan de girtin û dest bi pişknînê kirin, bi taybet di telefon û belgeyên fermî de jî pişknînên hûr kirin.

Da zanîn jî, piştî operasyona lêgerîn û lêpirsînê jî 3 kalemêrên bi navê Ehmed Mustefa Heydo yê 80 salî, Xelîl Seîd Eyûbî yê 75 salî û Musetefa Mihemed Alo yê 65 salî revandin.

Wê rêxista mafên mirovan amaje bi wê jî da, tevî ew her sê kalemêr nexweş in, lê istixbarata Tirkiyê ew bi xwe re birin.

Ji aliyekî din ve jî, wê rêxistinê diyar kir jî, welatiyê ji gundê Maratê Seîd Xelîl Eyûbî yê ji roja 23ê meha bûrî ve hatibû revandin, piştî hezar Lîreya Tirkî da, ew roja 19ê hate berdan.

 

S. B