Tenduristiya Hewlêrê ji bo “Korona” daxwazekê ji dezgehên ragihandinê dike

Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê, daxwaz ji dezgehên ragihandinê dike, pabendî rênimayên rêveberiyê bibin û di belavkirina rênimayên wê yên xweparastin ji vayrûsa Korona de hevahengiyê bi wan re bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê, daxwaz ji dezgehên ragihandinê dike, pabendî rênimayên rêveberiyê bibin û di belavkirina rênimayên wê yên xweparastin ji vayrûsa Korona de hevahengiyê bi wan re bikin.

Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, û daxwaz ji dezgehên ragihandinê dike, divê barê derûnî yê welatan li ber çav were girtin û zêdetir ronahî li rênimayên ji aliyê Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona ve tên belav kirin, bêne xistin.

Di daxuyaniyê de hatiye, bi armanca hişyarkirina welatiyan û gihandina zanyriyan bi duristî û wek xwe li tevahiya dezgehên tên dîtin û bihîştin û eliktironî, divê dezgehên ragihandinê pabendî rênimayên Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê bin û hevkar û hevaheng bin bi belavkirina rênimayan û ji bo xweparastina welatiyan ji vayrûsa Korona.

Herwiha daxwaz dike jî, divê barê derûnî yê welatiyan li ber çav were gertin û ronahî zêdetir bê xistin ser  belavkirina rênimayên ku ji aliyê Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona ve tên belav kirin.

Ragihandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê daxwaz ji dezgehên ragihandinê dike, kar û zanyariyên derbarê vayrûsa Korona de bikin kampîneke berfireh ya hişyariyê. Herwiha divê dezgehên ragihandinê bi her awayî beşdarî vê kampîna niştimanî bibin û divê ji rênimayên xweparastinê ji welatiyan re ronî bikin, ji bo parastina xak û welatiyan, ji ber ku hevahengî di pirsên xweparastina tenduristî de, erkekî netewî û niştimanî ye.

 

S. B