Çekdarên dijberîya Sûriyê 2 jin revandin

Çekdarên dijberîya Sûriyê 2 jin li derdora Til Temirê revandin.

K24- Hewlrê

Çekdarên dijberîya Sûriyê 2 jin li derdora Til Temirê revandin.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, komên çekdar li gundê Ûm Elkêf a derdora Til Temirê  5 welatî  ji hoza Şerabîya revandin ku di nava wan de dû jin hene. Herweha dest danîn ser 150 serên pezan yên  wan welatyan.

Li gor Riwangehê, piştî çend demjimêran komên çekdar 3 ji wan girtîyan berdan û azadkirin lê herdû jin li cem  xwe hiştin û azad nekirîne.