Neteweyên Yekbibûy daxwaz dike bi rêya derîyê Girê Sipî re alîkarîyên mirovî bigehîne rojhelata Furatê
Neteweyên Yekbibûy daxwaza gehandina alîkaryên mirovî bo rojhelata Furatê dike bi rêya Girê Sipî re.
K24- Hewlêr
Neteweyên Yekbibûy daxwaza gehandina alîkaryên mirovî bo rojhelata Furatê dike bi rêya Girê Sipî re.
di raportekê de bo Encûmena Asayîşê, sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonyo Gotêrês ragehand, bi ne dîtna şûnigreka guncayî bo derîyê Til Koçerê jibo derbazkirina alîkaryan bo bakura rojhelata Furatê, pêdawîstîyên xelkê zêdetir bûye.
Bi gotina wî, di dema neha de şûngira guncayî bo wê derîyê derî ya Girê Sipîye û pêwîste bi rêya wî derî alîkarî û derman bigehine xelkê bakura rojhelata Furatê.
Got jî: Di sala 2019yê de bi rêya Asmanî Neteweyên Yekbûyî bêtir ji 2 milyon û 500 hezar ton ji derman û alavên tenduristîyê derbazî bakura rojhelata Sûriyê kirin lê bihayê veguhaztinê bi Asman re gelek girane û wergirtina rezemendî ya hikumetê jî ji sê meha heya çar mehan dom dike.
Di meha bûrî de Encûmena Asayîşê dû derî bo derbazkirina alîkarîyên mirovî bo Sûriyê girtin yek li Ûrdin bû û ya din jî derîyê Til Koçer bû ku dikeve di navbera Îraq û Sûriyê de, Ku wê demê Rûsiya û Çînê vîto li ser vekirina wan herdû derîyan bikaranî bû.