Erdhejînek li rojhelata Kurdistanê rûda

Erdhejînek bi gurr a 5.7 pile bi pîvanaka Rêxter bajarê Xoyê, ku dikeve rojhelata Kurdistanê hejand û li çend bajarên bakura û rojhelata Kurdistanê jî hest bi wê erdhejînê hatîye kirin.

K24- Hewlêr

Erdhejînek bi gurr a 5.7 pile bi pîvanaka Rêxter bajarê Xoyê, ku dikeve rojhelata Kurdistanê hejand û li çend bajarên bakura û rojhelata Kurdistanê jî hest bi wê erdhejînê hatîye kirin.

Rêveberîya navend a kirîzên Wirmê belav kirîye, wê erdhejînê ziyanên canî û madî hebûye.

Ragehand jî, wê erd hejînê ziyan gehandîye 43 gundên parêzgeha wirmê û hêlên peywendîyê jî li wan gundan hatîne birrîn.