Îraq red dike ti haletên Koronayê li wî welatî hebe
Wezareta tenduristîya Îraqê red dike ti haletên Vayrosa Korona li welatê wî hebe.
K24- Hewlêr
Wezareta tenduristîya Îraqê red dike ti haletên Vayrosa Korona li welatê wî hebe.
Seyf Bedir, gotebêjê wezareta tenduristîya Îraqê, red kir ti kesek li Îraqê tûşî nexweşîya Koronayê bû be û daxwaz ji sazîyên mêdyayî û torên civakî kir, xwe ji nûçeyên ne rast derbarê Vayrosê dûr bikin.
Berê çend malperên Îranê û Tirkiyê, amaje bi tomarkirina haleta nexweşîya Korona li parêzgarê Dîqar kiribûn.