HDP kongireya xwe ya çarem saz dike
Evro bi amadebûna hejmareka serkirde û endamên Partîya Demokrata Gelan (HDP) li Enqereyê çarem kongireya xwe sazkir.
K24- Hewlêr
Evro bi amadebûna hejmareka serkirde û endamên Partîya Demokrata Gelan (HDP) li Enqereyê çarem kongireya xwe sazkir.
Komîteya bilind a kongireya HDPyê aşkera kir, her yek ji Perwîn Buldan û Methet Sancar kandîd in bo hevserokîya giştî ya HDPyê.
Di gotarekê de bi boneya destpêkirina kongireya çarema partîya xwe pêşkeş kir, Perwîn buldan rexne li AKP û hikumeta Trikiyê girt û got: Rêzê li wan kesan digirin ku di zîndanên Tirkiyê de, canê xwe ji dest didin. Pêwîst bû li ser evê axê bi aştî bijîn, lê cihê daxê ye, hemû hikumeta Trikiyê û ji hemû alîyan ve hêriş dike ser ax û xelkê me. Wan got in, Kurd nekarin hukma xwe bikin, lê heya dihêt Kurd ber bi pêş ve diçe û geş dibe.
Got jî, heke gelên Tirkiyê hevgirtî bin, ti deman AKP û MHP nagehin armanca xwe. Divê ew baş bizanin em li cihek din nehatîne ser evê axê, vir axa me ye û li vir peydabûyîne û li vir dimînîn.
Li gor gotinên berpirsên HDPyê kongireya çarem a partîya wan bi pişikdarîya 30 hezar kadir û encamên wan birêve diçe. Hevdem 5 hezarên wan di zîndanên Tirkiyê de ne. di nav wan de jî, herdû hevserokên berê, Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdax hene ku li 4ê/11/2016yê li gel 11 perlemanatarên wê demê ya partîya wan xistin di zîndanê de.