HDP çaremîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê girê dide
Çaremîn Kongreya Asayî ya HDPê li Salona Sporê ya Enqereyê destpê kir. ji hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hezaran kes beşdarî kongreyê dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çaremîn Kongreya Asayî ya HDPê li Salona Sporê ya Enqereyê destpê kir. ji hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hezaran kes beşdarî kongreyê dibin.
Li gor berpirsên HDPê, tevî mêvanan 30 hezar kes di cihê kongreyê de amade ne. ji çar parzemînan sê sed kes bo kongreyê hatine vexwendin.
Kongre bi diruşma "Em ber bi paşerojê ve dimeşin" birêve diçe.
Di kongreyê de hevserokên nû yên HDPê û sed endamên Encumena Partiyê dê werin hilbijartin. Komîsyona Hemahengiyê bo hevserokatiya HDPê navên Pervîn Buldan û Mîthet Sancar pêşniyaz dike.
Tê çaverêkirin, di Encumena partiyê de, nîvenîv guhertin were kirin.
S. B