Her sê serokatiyên Herêmê û aliyên siyasî dicivin

Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî û şanda danûstandkar a Herêmê bo Bexdayê bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî û şanda danûstandkar a Herêmê bo Bexdayê bicivin.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ji K24ê re ragihand, sibe Serokê Herêma Kurdistanê serperiştiya civîna bilind a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dike.

Diyar kir jî, di civînê de Serokê Hikûmet û Seroka Parlemanê jî amade dibin, tê de dawî pêşhat û encamên civîn û danûstandina şandê li Bexdayê tên guftûgokirin.

Pêştir şandeke hevbeş a Hikûmet, aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê ser Baxdayê kiribû û civîn û danûstandin derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê kiribû, lê piştre ew şande nerazî vegeriya Herêma Kurdistanê.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne razî ne li derveyî wan, yan qet nebe bê razemendiya wan wezîrê hikûmeta Elawî bêne destnîşankirin.

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Keibî di daxuyaniyekê de ragihand, Parlemana Iraqê roja Çarşemê 26ê vê mehê dicive, ji bo dengdanê li ser kabîneya nû Hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Tewfîq Elawî bike.

 

S. B