Şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike
Sibe şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike û ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sibe şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike û ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê dicive.
Berpirsê Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge ji K24ê re ragihand, biryar e sibe şandeke Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl serdana Bexdayê bike û ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Necah Şemerî bicive.
Diyar kir, şanda Wezareta Pêşmerge ligel berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê guftûgoyê li ser 3 teweran dike, ji wan jî, destkeftên darayî yên Wezareta Pêşmerge, valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. tewera sêyem jî derbarê aktîvkirina komîta bilind a di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de heye dibe.
S. B