Pompêw sozên Elawî aşkera dike

Wezîrê derve yê Emerîkayê aşkera dike, Elawî soz daye wî helbijartina pêşdem bihêt encadan û daxwazîyên xwenîşanderan jî bicîbike.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê aşkera dike, Elawî soz daye wî helbijartina pêşdem bihêt encadan û daxwazîyên xwenîşanderan jî bicîbike.

Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê aşkera kir, ku peywendîyeke telefonî li gel Mehemed Tewfîq Elawî, raspartîyê pêkanîna hikumeta Îraqê encam daye. Di wê peywendîya telefonî de, gotûbêj derbarê rewşa Îraqê kirîne û Emerîkayê piştevanîya xwe bo Îraqê nîşan daye.

Amaje bi wê yekê jî dike, Elawî soz daye, ku kar bike daku helbijartina pêşdem bihêt encamdan û tundûtîjî li Îraqê bi dawî bihêt û daxwazîyên xwenîşanderan jî cîbicî bike.