Hejmara qurbanîyên erdhejîna bakur û rojhelata Kurdistanê zêde dibe

Li bakura Kurdistanê bi sedema erdhejînê 9 kesan canê xwe ji dest dan û li rojhelata Kurdistanê jî 67 kes birîndar bûn.

K24- Hewlêr

 Li bakura Kurdistanê bi sedema erdhejînê 9 kesan canê xwe ji dest dan û li rojhelata Kurdistanê jî 67 kes birîndar bûn.

Mêdyayên Tirkiyê belav kirîne, bi sedema erdhejîna duhî, deverên sinûrî yên di navbera Wan û  Wirmê de hejmara qurabanîyan bilind bû û kesek din canê xwe ji dest da. Bi vî awayî rêjeya kesên can xwe ji destdane geha 9 kesan, ku sê ji wan zaro ne. Herweha 36 kesên din birîndarin û li nexweşxaneyan li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Hevdem derengê şeva burî, erdhejîna dûyem li sinûrê bajarê Wirê li rojhelata Kurdistanê rûda bi gorro 6 pile Rêxter û li gor zanyarîyan, bi sedema wê 67 hevwelatî li deverên sinûrî birîndar bûne û zîyaneka mezin a madî jî gehaye xanî apartmanên hevwelatîyan ji alîyê Rojhelat û Bakûra Kurdistanê.