3 wêstgehên behemhînana karebê bi wizeya rojê dê bihên damezirandin
Wezareta Kareba ya hikumeta Herêma Kurdistanê radigehîne, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê rezamendî daye li ser damezirandina sê wêstegehên berhemhînana karebê bi wize ya rojê.
K24- Hewlêr
Wezareta Kareba ya hikumeta Herêma Kurdistanê radigehîne, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê rezamendî daye li ser damezirandina sê wêstegehên berhemhînana karebê bi wize ya rojê.
Wezareta Karebayê di malpera fermî ya xwe de belav kirîye, ku sê wêtgên karebê bi wizeya rojê li Hewlêr, Dihok û Silêmanîyê dê bihên damezirandin ku her yek ji wan wêstgehan şîyana 25 Mîgawatan dê hebe.
Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, wezareta karebê bi piştîvanîya Civata Wezîran dest bi amadekirina tender û girêbestan kirîye bi mebesta encamdana wan pirojeyan.
Biryare ew pirojeyên hanê ji alîyê kerta taybet ve bihên encamdan û wezareta karebayê li gor rêkkevtinê û girêbesta taybet karebê ji wan dikirre.
Berhemhînana Karebê bi wizeya rojê yeke ji wan pirojeyên giring ên ku dosta jîngehêye û wezareta karebê jî piştevanîya her weberhênerekî dike ku di vî warî de kar bike.
