Îraqê derîyeke sinûrî li rûyê Kiweytê daxist
Rêveberîya derîya sinûrî ya Sefwan ragehand, ew derî bi temamî li rûyê Kiweytê hatîye daxistin û bi ti awayekê bizav û livîna bazirganî û geştyarî têde nahên encamdan.
K24- Hewlêr
Rêveberîya derîya sinûrî ya Sefwan ragehand, ew derî bi temamî li rûyê Kiweytê hatîye daxistin û bi ti awayekê bizav û livîna bazirganî û geştyarî têde nahên encamdan.
Talib Hesûne, rêveberê nahye ya Sefwan jî, bi mêdyayann ragehandîye, li ser daxwaza Kiweytê ev derî hatîye daxistin, lê em sedema wê yekê nizanîn ka ji bo çi bûye.
Ev di demekê de ye, evro 24/2/2020 sê haletên tuşbûnê bi Vayros Korona li Kiweytê hatîne tomarkirin, ku her sê kes ji bajarê Meşhed a Îranê vegerîyane welate.