Korona gehişte Îraqê
Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosî Korona li bajarê Necef, li Îraqê hat tomarkirin.
K24- Hewlêr
Yekem haleta tûşbûnê bi Vayrosî Korona li bajarê Necef, li Îraqê hat tomarkirin.
Dr. Rezwan Kenedî, serokê fermangeha tenduristîya Necefê ragehand, yekem haleta tuşbûnê bi Vayrosa Korona yê hate tomarkirin û ew kesê tuşbûyî jî, kesekê îranîye û xwîndkarê olî li Necefê.
Serokê fermangeha tenduristî ya Necefê xuya jî kirîye, ew kesê Îranî berî qedexekirina hatina hevwelatîyên Îranî bo Îraqê hatîye di nav axa Îraqê de.
Amaje bi wê yekê jî dike, niha ew kes hatîye cudakirin û çavdêrîya hûr a pizîşkî ji wî re dihêt kirin û ji wan pişkinînan jî derketîye ku helgirê Vayorosa Korona ye.