Dema bawerîdanê bi kabîneya Elawî hat dîyarkirin

Biryare roja Pêncşembîya dahatî, Civata Nwênêrên Îraqê bicive bi mebesta bawerîdanê bi kabîneya Mehemed Tewfîq Elawî.

K24- Hewlêr

Biryare roja Pêncşembîya dahatî, Civata Nwênêrên Îraqê bicive bi mebesta bawerîdanê bi kabîneya Mehemed Tewfîq Elawî.

Evro, Dûşembîyê, 24/2/2020 desteya serokatîya Civata Nwênerên Îraqêp civîya û biryar hat dan, ku roja Pêncşembîya dahatî, civîna naasayî ya Civata Nwênerên Îraqê, taybet bi bawerîdanê bi kabîneya Elawî birêve biçe.

Ev di demekê de ye, Hesen Kerîm Keibî, cêgirê yekemê serokê Civata Nwêneran, dema civîna na asayî destnîşan kirîye, lê dûv re Mehemed Helbusî, serokê Civata Nwêneran ew civîn bo roja Pêncşembîya dahatî bi dawî xistîye.