Wezareta Pêşmerge û berevanîya Îraqê di civînê de ne

Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexdayê ragehand: Demekê berî niha, şandeka wezareta Pêşmerge, bi serokatî ya Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge gehişte wezareta berevanîya Îraqê li Bexda û ji alîyê Necah Şemerî, wezîrê berevanîya Îranê û şandeka wê wezaretê pêşwazî hatin kirin.

K24- Bexda

Li gor zanyarîyên nûçegehanê me, di civînê de, gotûbêj dihên kirin derbarê maf û şehnîyên darayî yên Pêşemerge. Wezareta Pêşmerge daxwaz dike di kabîneya nû ya hikumeta Îraqê de, mafên destûrîyên Pêşmerge bihên desteberkirin.

Nûçegehanê me got jî: Tewereka dî ya civînê valahîya ewlekarî ye li deverên Kurdistanî ku li 16yê oktoberê ve  bi hatina hêzên Îraê bo wan deveran valahîya ewlekarîyê durist bûye û çekdarên Daişê gelek caran li wan sinûran hêriş kirîne.