Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê sibe bo 3 pirsên girîng dicive
Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî encam dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî encam dide.
Tewerên civîna sibe ji van teweran pêk tê:
1- Gotûbêjkirina dawî pêşhat û guhertinên li Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê.
2- Encamên beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî di Konferansa Munchenê û hevdîtinên li Îtalya û Vatîkanê tên nirxandin.
3- Plan, pêngav û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiyên Vayrûsa Korona bi amadebûna parêzgarên Herêma Kurdistanê tên guftûgokirin.
S. B