PYD kongreya xwe ya 8emîn girê dide
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro kongreya xwe 8emîn girê da û tê çaverêkirin hevserokatiya wê partiyê jî bê hilbijartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro kongreya xwe 8emîn girê da û tê çaverêkirin hevserokatiya wê partiyê jî bê hilbijartin.
Peyamnêrê K24ê diyar kir, PYDê îro li bajarokê Rimêlanê kongreya xwe ya 8emîn bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" girê dide.
Endamê Encûmena Giştî û ya Cibicîkar a PYDê Ebdulkerîm Saroxan ji K24ê re ragihand, biryar bû di meha Cotmeha 2019an de ev kongre bihata girêdam, lê ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî hat paşxistin.
Diyar kir jî, di kongreyê de siyaseta PYDê ji bo pêşerojê, bernameyeke siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê û bernameya Kurdistanî dê bê gengeşe kirin.
Amaje bi wê jî kir, biryar e PYD hevserokatiya nû ya partiyê jî hilbijêre.
Diyar kir jî, hejmarek ji partiyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê eşîrên Kurd û Ereb û nûnerên hin rêxistinan li kongreya PYDê amade bûne.
PYDê kongreya xwe 7emîn di Îlona sala 2017an de girê dabû.
S. B