Bi biryara Serokê Hikûmetê bazirganî bi Îranê re hate rawestandin

Rêvebirê Raguhandin û Pêwendiya yê Deriyê Sînorî yê Başmax ji K24ê re ragihand, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya pevguhartina bazirganiyê bi Îranê hate rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Raguhandin û Pêwendiya yê Deriyê Sînorî yê Başmax ragihand, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya pevguhartina bazirganiyê bi Îranê hate rawestandin.

Cîgirê Rêvebirê Raguhandin û Pêwendiya yê Deriyê Sînorî yê Başmax Îsmaîl Elî Axa ji K24ê re diyar kir, ji îro demjimêr 16:00 ve, hemû pevguhartina bazirganiyê bi Îranê re hatin rawestandin.

Amaje bi wê jî da, ew biryar hemû deriyên sînorî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re lixwe digire.

Pêştir jî, çûnûhatina geştiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatibû rawestandin.

Ev rênimayên nû ên deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi Îranê re piştî wê yekê tê, Peyvdarê Parlemana Îranê îro diyar kir, li Îranê 12 kes bi sedema veyrûsa korana canê xwe jidest dane û 47 kesên din tûşî wê veyrûsê bûne.

 

S. B