Şahoz Hesen: Rêjîm û opozîsyon rê nadin çareseriyeke siyasî li Sûriyê bich bibe

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen radigihîne, divê li Sûriyê siyaseteke dûrî netewperestî û olperestiyê bê meşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen radigihîne, divê li Sûriyê siyaseteke dûrî netewperestî û olperestiyê bê meşandin.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di derbarê kongreya PYDê ya 8emîn de ji K24ê re ragihand, di kongreyê de gotarên hatine pêşkêşkirin, tekez li ser tekoşîna demokrasiyê di Sûriyê de, girîngiya yekîtiya netewî ya Kurdistanî, azadiya jinê, divê pirsgirêkên Sûriyê bi awayên siyasî bêne çareserkirin û avakirina Sûriyayeke demokratîk û nenavendî hate kirin.

Diyar kir, di du salên bûrî de hat diyarkirin, ku rewşa Sûriyê bi destê Sûriyan birêve naçe, destên ji derve zêdetir destêwerdanê di krîza Sûriyê de dikin, ji ber wê ew dibînin ku divê siyaseteke dûrî netewperestiyê û olperestiyê bidin meşandin.

Amaje bi wê yekê jî da, heta niha rêjîma Sûriyê û opozîsyona Sûriyê derfetê nade çareseriyeke siyasî ya rastî li Sûriyê bich bibe. Herwiha ji erkê Netewên Yekgirtî ye hewlên xwe ji bo çareseriya krîza Sûriyê bike.

Li ser danûstandina bi rêjîma Sûriyê re, Şahoz Hesen got: Şanda MSDê ji Rûsya û rêjîma Sûriyê re got ku ne pêkan e rewşa Sûriyê vegere wek ya berî sala 2011an, ji ber wê divê hêza sereke ya DAIŞ şikandiye û ezmûna demokratîk a li bakurê rojhilatê Sûriyê heye bipêş bikeve û divê rêjîma Sûriyê bi hişê xwe yê kevin biguhêre.

Herwiha tekez kir û got: Diyalog dikare riya çareseriyê vebike û em dikarin her tiştê li ser maseya diyalogê guftûgo bikin, lê divê di serî mafê gelê Kurd di Sûriyeya pêşerojê de gerentî bikin.

Li ser pirsa yekrêziya Kurdî Hevserokê PYDê got: Yekrêziya Kurdî ji bo PYDê armanceke sereke ye, lê dema hêzên din li Tirkiyê tên dîtin, ev yek nerihetiyê li cem gelê me çê dike. Ji ber wê divê em derfetê nedin Tirkiye siyaseta perçekirinê di nava gelê Kurd de xurt bike.

Şahoz Hesen bang li hêzên li derveyî Rêveberiya Xweser mane kir jî, ku bi nerîn û rengên xwe bên tevlî Rêveberiya Xweser bibin.   

 

S. B