Daxwaza guhertina Elawî dikin

Perlemantarekê Îraqê behsa egera rêkkevtineka Kurd, Sûnne û Şîe dike bo guhertina Mehemed Elawî bi keseke din yan jî vehêlana Adil Ebdulmehdî.

K24- Hewlêr

Perlemantarekê Îraqê behsa egera rêkkevtineka Kurd, Sûnne û Şîe dike bo guhertina Mehemed Elawî bi keseke din yan jî vehêlana Adil Ebdulmehdî.

Yehya Muhemedî, perlemantarê Îraqê ji Hevpeymanîya hêzên Sunne aşkera kir, ku coreke nêzîkbûnê di navbera Kurd, sunne û şîeyan heye bo guhertina Mehemed Elawî bi kesek dî, yan veman û vehêlana Adil Ebdulmehdî di posta serok wezîran de.

Evî perlemantarî amaje bi wê yekê jî kir, ku daxwazîyeka fermî dayîne alîyên Şîe bo guhertina Elawî.