Çekên nêçîrê dijî xwenîşanderên Îraqê hatîye bikarhînan
Komisyona Bilinda Mafên Mirov li Îraqê daxwaz ji hêzên ewlehîyê dike, çekn nêçîrê li dijî xwenîşanderan bikar nehîne.
K24- Hewlêr
Komisyona Bilinda Mafên Mirov li Îraqê daxwaz ji hêzên ewlehîyê dike, çekn nêçîrê li dijî xwenîşanderan bikar nehîne.
Fatin Ebdulwahid, endama Komisyona Bilinda Mafên Mirov li Îraqê ragehand, li gel Ebdulhuseyîn Temîmî fermandarê operasyonên Bexdayê civîyane û daxwaz ji wî kirîne, rêgirîyê bikin ji bikarhînana çekên nêçîrkirinê li dijî xwenîşanderan.
Got jî, Temîmî ti soz nedan bo sinûrdananê bo bikarhînana evan çekên hanê.
Ev jî piştî wê yekê dihêt, ku dîmena can ji destdana xortekê 17 salî di torên civakî de hate belavkirin û saçmeyên Hasin ser û singê wî birrî bûn û karvedana xwenîşanderan bi dûv xwe re hîna.