Tirkiyê hewil dide wêstgeha av a Aloka rawestîne
Tirkiyê hewil dide wêstgeha avê ya Alok li derdora Serê Kanîyê rawestîne.
K24- Hewlêr
Tirkiyê hewil dide wêstgeha avê ya Alok li derdora Serê Kanîyê rawestîne.
Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, hêzên Tirkiyê derbazî wêstgeha avê ya Aloka ya li derdora Serê Kanîyê bûn û kesên ku têde kar dikirin ji kar dûrxistin.
Li gor Riwangehê Tirkiyê kar li ser qutkirina ava vexwarinê li navçeyê dike ku ji wêstgeha Aloka ji bajar û bajarokên derdora Hesekê re tê belav kirin.
Berî niha jî, ji encama êrîşên Tirkiyê karê wê wêstgehê hatibû rawestandin; lê Rûsiyê kar li ser çêvekirina wê wêstgehê dikir.