Li Silêmaniyê bihnvedana fermî hat ragihandin

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, ji bo parastina xwendekaran ji vayrosa Korona li sînorê parêzgeha Silêmanî bihnvedana fermî ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, ji bo parastina xwendekaran ji vayrosa Korona li sînorê parêzgeha Silêmanî bihnvedana fermî ragihand.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, bihnvedana fermî perwerdeya Helebce, Germiyan û Raperînê jî lixwe digire.

Di konferanseke rojnamevanî de Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn ragihand, bi piraniya dengan biryar dayîn, ji sibe Çarşemê 26ê Sibata 2020an ve xwendin li sînorê parêzgeha Silêmaniyê dibe bihnvedana fermî.

Her di wê konferansê de, Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan kir, hevkar bin û rênimayên tenduristiyê li ber çav bigirin.

Ev yek piştî wê tê, îro Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 4 haletên tûşbûna bi vayrosa Korona li Kerkûkê ragihand.

 

S. B