PYDê Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû hilbijart

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû yê partiyê hilbijatin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû yê partiyê hilbijatin.

PYDê ji duhî ve li bajarokê Rimêlanê kongreya xwe ya 8emîn bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" girê dide.

Di kongreyê de îro piştî pesendkirina Peyrewa Navxweyî, Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû yê partiyê hatin hilbijatin.

 

S. B