Li Îranê 16 kes ji ber Korona canê xwe ji dest dane
Li Îranê, 4 kesên din bi sedema Vayrosa Korona canê xwe jidest dan û 34 haletên nû jî, hatine tomarkirin. Herweha lêvegerekî Şîe li bajarê Qum bi Vayrosê ketiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îranê, 4 kesên din bi sedema vayrosa Korona canê xwe jidest dan û 34 haletên nû jî, hatine tomarkirin. Herweha lêvegerekî Şîe li bajarê Qum bi vayrosê ketiye.
Îro berpirsên parêzgeha Sawe li Îranê ragihand, 2 kesên din li wê parêzgehê bi sedema tûşbûna bi vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Hevdem li parêzgeha Elburz jî, kesek bi sedema wê vayrosê canê xwe jidest da ye.
Bi vê yekê, hejmara kesên canê xwe jidest dayîn li Îranê gihişt 16 kesan.
Şêwirmendê Wezîrê Tendirustî yê Îranê jî ragehand, ku pişkinînên pizîşkî pişrast kirine, ku Cîgirê Wezîrê tendirustî yê Îranê Îrec Herîrçî tûşî Vayrosa Korona bûye.
Herweha nûnerê Tehranê li Parlemena Îranê Mehmud Sadiqî li twîtera xwe nivîsandiye, ku ew jî rastî vayrosa Korona bûye û di bin çavdêriyê de ye.
Hevdem lêvegerê Şîyî Ayetulla Şebîrî Zencanî, ji ber tûşbûn bi vayrosa Korona ligel tevahiya endamên nivîsîngeha xwe, bi tenê hatine hîştin û di bin çavdêriyê de ne.
S. B