Li Îranê hejmara tûşbûyên vayrosa Korona zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê yê Îranê belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 44 haletên nû yên vayrosa Korona li Îranê hatine tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê yê Îranê belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 44 haletên nû yên vayrosa Korona li Îranê hatine tomarkirin.

Aşkere kir, heta niha 139 kes tûşî vayrosa Korona bûne û 19 kesan jî canê xwe jidest dane.

Şêwirmendê Wezîrê Tendirustî yê Îranê jî ragehand, ku pişkinînên pizîşkî pişrast kirine, ku Cîgirê Wezîrê tendirustî yê Îranê Îrec Herîrçî tûşî Vayrosa Korona bûye.

Herweha nûnerê Tehranê li Parlemena Îranê Mehmud Sadiqî li twîtera xwe nivîsandiye,  ku ew jî rastî vayrosa Korona bûye û di bin çavdêriyê de ye.

Hevdem lêvegerê Şîyî Ayetulla Şebîrî Zencanî, ji ber tûşbûn bi vayrosa Korona ligel tevahiya endamên nivîsîngeha xwe, bi tenê hatine hîştin û di bin çavdêriyê de ne.

 

S. B