Mihemed Elawî sibe kabîneya xwe radigihîne

Mihemed Elawî yê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hatiye spardin ragihand, sibe Parlemana Iraqê baweriyê dide kabîneya nû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mihemed Elawî yê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hatiye spardin ragihand, sibe Parlemana Iraqê baweriyê dide kabîneya nû.

Mihemed Elawî li twittera xwe belav kir, sibe li Parlemana Iraqê dengdan li ser kabîne nû “kabîneya serbixwe” birêve diçe.

Dibêje jî: Ev yekem kabîneya ye ku kanîdên wê serbixwe, lêhatî û destpak in û dê mafê gel û heybeta Iraqê vegerînin.

Ji aliyê xwe ve parlemanterekî Kurd radigihîne, heta niha firaksiyonên siyasî ne lihev in û beşek mezin jî ragihandine ku beşdar nabin.

Parlemanterê Kurd ê di Parlemana Iraqê de Nasir Herkî ji K24ê re ragihand, beşek mezin ji firaksiyonên siyasî beşdarî civîna sibe nabin.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî ne razî ne li derveyî wan, yan qet nebe bê razemendiya wan kesek li ser navê Kurdan were kandîdkirin.

 

S. B