Li Hewlêrê kişandina nêrgulê li cihên giştî tê qedexekirin
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê ragihand, kişandina nêrgulê li cihên giştî yên Hewlêrê tê qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê ragihand, kişandina nêrgulê li cihên giştî yên Hewlêrê tê qedexekirin.
Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re ragihand, ji roja Yekşema bê 1ê Adarê de ew biryar bicih dibe û her cihek jî pabendî wê biryarê nebe, tê girtin û sizadan.
Ev biryar di çarçova rêkarên tenduristî yên nû yên xweparastina ji belavbûna vayrosa Korona de ye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê jî radigihîne, heta niha ti haleteke tûşbûnê ya vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin, lê ew rêkarên pêwîst digirin ber.
S. B