Li Hewlêrê ahengên Newrozê hatin ragirtin
Parêzgeharê Hewlêrê Ferset Sofî ragihand, ji ber metirsiya belavbûna vayrosa Korona, wan ahengê Newrozê îsal ragirtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeharê Hewlêrê Ferset Sofî ragihand, ji ber metirsiya belavbûna vayrosa Korona, wan ahengê Newrozê îsal ragirtine.
Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragehand, di çarçoveya tedbîrên li hember vayrosa Korona de me biryar daye îsal bone û pîrozbahiyên cejna Newrozê werin ragirtin.
Diyar kir jî, heta naha ti bûyerekî vayrosa Korona li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatiye tomar kirin. Ji ber wê wan hemû rêkarên pêwîst girtine ber.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber rewşa taybet ya ji piştî belavbûna vayrosa Korona li navçeyê û li çend welatên derdora Iraqê û hin cihên din ên cîhanê çê bûye, ji bo parastina tenduristiya xelkê, bi me baş e îsal merasîmên cemawerî ya bîranîna koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê nemir neyin kirin.
S. B