Peyamek ji wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan dike ku serdana bajarên din yên Îraqê bi taybet herdû bajarên Necef û kerkûkê nekin.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan dike ku serdana bajarên din yên Îraqê bi taybet herdû bajarên Necef û kerkûkê nekin.

Wezareta Navxwe ya hikûmeta  Herêma Kurdistanê  bo xweparastinji vayrosa Korona daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dike ku geştên xwe  bo bajarên din yên Îraqê bi şêweyekî giştî ragirin bi taybet bo Necef û Kerkûkê û ji bo navxweya herêma Kurdistanê heger karên pêwîst nebin baştre di vê demê kêmtir hatûçûnê bikin.

Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hatiye ku ew welatiyên piştî yekê meha yekê ya îsal serdana her yek li Çîn, Îran, Tayland, Korya Başûr, Japon, Îtalya Sengapore kiribe, di dema vegerê de pişkinîna tenduristî ligel wan tê kirin.

Herwiha li dergehên sînorî û xalên pişkinînê yên di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Îraqê de rê bi hatina hîç biyaniyek nayê dan ku serdana wan welatan kiribin. derbarê hatina şandên fermî yên welatan, Wezareta Navxwe amaje bi wê yekê kir ku tîmên wan dê pişkinînê bikin.