Îraq: Rê nedîn geştyarên Îranê bihên Îraqê
Wezîrê Tenduristî yê Iraqê Ce'fer Sadiq Ellawî, bo Kurdistan24 ragihand, ji bo rêgirtina Vayrosa Korona, kar liser ragirtina dewamên navendên xwendinê dikin.
K24- Hewlêr
Wezîrê Tenduristî yê Iraqê Ce'fer Sadiq Ellawî, bo Kurdistan24 ragihand, ji bo rêgirtina Vayrosa Korona, kar liser ragirtina dewamên navendên xwendinê dikin.
Wezîrê tenduristî yê Iraqê, Ce'fer Sadiq Ellawî, got: Me tirsek mezin ji Îranê heye, çunku me sinûreka dirêj li gel wê heye ji Kurdistanê ve dest pê dike heya Besre. Hejmara serdanekeran di navebera Îraqê û Îranê gelekin.
Herweha got:Cihê daxêye, ew cora Varosa li Îranê belav bûye ji ya Çînê bihêztire, lew me rêkarên pêwîst girtîne ber xwe ji daxistina xalên sinûrî û rê nedîn geştyarên Îranê bihên Îraqê, tenê hevwelatîtyên Îraqê dikarin ji Îranê vegerin.
Got jî: Evro me civînek heye derbarê cihên qelebalix û ragirtina xwîndinê di xwîndingeh û zankoyan de.