Li Îran 4 kesên din bi Koronayê mirin û 44ên din jî tûşbûn
Li Îranê çar kesên din bi sedema vayrosê korona canê xwe ji dest dan û 44 haletên nû hatîne tomarkirin.
K24- Hewlêr
Li Îranê çar kesên din bi sedema vayrosê korona canê xwe ji dest dan û 44 haletên nû hatîne tomarkirin.
Peyvdarê wezareta tendirustîya Îranê ragehand , di 24 demjimêrên bûrî de, çar kes bi sedema vayrosê koronayê canê xwe ji dest dane , herweha 44 kesên din jî tûşî wê vayrosê bûne
Peyvdarê wezareta tendirustîya Îranê aşkera kir, heya niha 19 kesan bi vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û nêzî 140 kes jî tûşî vayrosî bûne .
Herweha hejmara tûşbûyên vayrosa Korona li Kiwêtê bo 26 kesan bilind bû û yekemîn haleta tûşbûn bi vayrosê li Yûnan û Berazîl hat tomar kirin.