Li Îran 4 kesên din bi Koronayê mirin û 44ên din jî tûşbûn

Li Îranê çar kesên din bi sedema vayrosê korona canê xwe ji dest dan û 44 haletên nû hatîne tomarkirin.

K24- Hewlêr

Li Îranê çar kesên din bi sedema vayrosê korona canê xwe ji dest dan û 44 haletên nû hatîne tomarkirin.

Peyvdarê wezareta tendirustîya Îranê  ragehand , di 24 demjimêrên bûrî de, çar kes bi sedema vayrosê koronayê canê xwe ji dest dane , herweha 44 kesên din jî tûşî wê vayrosê bûne

Peyvdarê wezareta tendirustîya Îranê  aşkera kir,  heya niha 19 kesan  bi vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û nêzî 140 kes jî tûşî  vayrosî bûne . 

Herweha hejmara tûşbûyên vayrosa Korona li Kiwêtê bo 26 kesan bilind bû û yekemîn haleta tûşbûn bi vayrosê li Yûnan û Berazîl hat tomar kirin.