Welatî ji belavbûna Vayrosa Korona ditirsin

Belavbûna Vayrosa Korona tirseke mezin li tevahiya Cîhanê durst kiriye, herwiha tirsa belavbûna vî vayrosê li Rojavayê Kurdistanê jî tirs li cem xelkê peyda kiriye. Herwiha xelk û bazirganan daxwaza xweparastinê ji aliyên peywendîdar dikin.

K24- Hewlêr

Belavbûna Vayrosa Korona  tirseke mezin li tevahiya Cîhanê  durst kiriye, herwiha tirsa belavbûna vî vayrosê li Rojavayê Kurdistanê jî tirs li cem xelkê peyda kiriye. Herwiha xelk û bazirganan daxwaza xweparastinê ji aliyên peywendîdar dikin.

Tevî ku sîn nêzî 6 hazar km dûrî vire, û tavî ku vîrosa korona li vir tûneya, lê disa bandora xwe gihandiya deverê, aliyekî metirsiya ji belav bûna wê, û alîekî din jî rawistandina gihîştina keresteiyan ji sinê bo deverê.

Hemîdî sêxî rezê bazirganekî ji bajarê kobanê ye, xwediyê mezintirîn kampaniya keresteiyê aliktirîkê li deverê ye..

Hemîd tevahiyên keristeyan ji sînê tîne û nivïsgeha xwe yê bazirganiyê li wir hiye.

Hemîd dibije ku piştî belavbûna kurona, ew neçar man nivîsgeha xwe li wir bigirin, her wihe bandoreka pir mezin li bazirganiye wan bûye ji ber ku nema dikarin keresteiyan ji bo bazarin deverê pêşkêş bikn.

Belavbûne vêrosa kurona li tavahiyê cîhanê, tevgera gihaştin û hinartinê rawistandiye, û ji ber ku devere rojavayê kurdisatanê piraniye keresteiyên xwe ji sînê ye.. metirsî hiye ku eger rewş bi vî awauyê biçe, kererste bi teybet yê tiknilojya û aliktirîkê kêm an jî tune bibe, ev yek jî dê nirxan bilind bike.

Vîrosa kurona sîorë gelak dewlet bi cîhanê re girt, namaze dewletin pêşesaz, ev yek jî bandore xwe li bazarin dewlet û herîmin bilingaz û yên ne pêşesaz kiriye.