Mesrûr Barzanî rêkarên xweparstina ji vayrosa Korona dişopîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxaneya Firyadketina Navendî ya Hewlêrê dike û ji nêzîk ve rewşa tenduristî dişopîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxaneya Firyadketina Navendî ya Hewlêrê dike û ji nêzîk ve rewşa tenduristî dişopîne.

Wezareta Tenduristiyê li nexweşxaneya Firyadketina Navendî ya Hewlêrê amadekariyên pêşwext bo tûşbûyên bi vayrosa Korona û odeyên taybet danîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr serdana wê nexweşxaneyê kir û ji nêzîk ve rewşa amadekariyê şopand.

Mesrûr Barzanî li nexweşxaneyê ji rojnamevanan re ragihand, ku ew hatine amadekariyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine kirin bibînin û got: Spasiya Wezîrê Tenduristiyê dikin, ku ligel wê stafa li nexweşxaneyê ne, nexweşxane bi temamî amade kirine û li hemû parêzgehan jî nexweşxaneyên amadekirî hene, ji bo her haletek hebû, bi baştirîn awa xizmet bikin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand jî, çendîn civîn hatin kirin ji bo rûbirûbûna vê babetê bikin û hêvîdar in di demeke nêzîk de çareserî ji wê nexweşiyê re bê dîtin.

Daxwaz ji xelkê kir xwe biparêzin û got: Daxwaz ji hemû welatiyan dikim, rênimayên Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Navxwe û aliyên pêwendîdar bicih bikin.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, heta niha ti haleteke tûşbûyê vayrosa Korona li Kurdistanê nîn e, lê li welatên derdorê û Iraqê hatine tomarkirin.

Serokwezîr da zanîn, amadekariyên li Herêma Kurdistanê hene, di pêşiya piraniya welatên navçeyê ne û ev yek jî cihê destxweşiyê ye. Daxwaz ji welatiyan dikim hevkariyê bi tîma bijîşkî re bikin û xwe biparêzin.

Herwiha daxwaz ji bazirgan û dukandara kir, ku bi hesteke bilind serederiyê bikin û kelûpel û pêwîstiyên rojane giran nekin.

Heta niha ti haleteke tûşbûna bi vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê nahatiye tomarkirin û Wezareta Tenduristiyê jî ragihand, wan hemû rêkar girtine ber, ji bo rêgiriyê li belavbûna wê vayrosê bikin.

 

 

S. B