Efserekî artêşa Sûriyê li Girê Sipî hate kuştin

Efserekî artêşa Sûriyê di encama êrîşeke artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de li gundên Girê Sipî hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Efserekî artêşa Sûriyê di encama êrîşeke artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de li gundên Girê Sipî hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan  belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran binkeyên hikûmet Sûriyê li gundê Ebdî koyî li rojavayê Girê Sipî topbaran kirin û di encamê de û hejmarek serbazên rêjîmêbirîndar bûn.

Herwiha ragihand jî, artêşa Sûriyê jî binkeyên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li bakurê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Rewangehê diyar kir jî, li heman mihwerê efserekî artêşa Sûriyê bi pileya Muqedem bi guleya nîşanvanekî hat kuştin.

Ji aliyekî din ve, Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Babê ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yê ser bi wê ve bi çekên giran gundên Um Şikêf û ZerzorHemra li gundewarê Babê armanc kirin, lê ti ziyanên canî nebûn.

 

S. B