Partiyeke din a Iraqê dengdana bi kabîneya Elawî baykot dike
Serokê Partiya Projeya Erebî ya Iraqê (Meşrû Erebî) Xemîs Xencer ragihand, ew deng nadin kabîneya Mihemed Elawî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Projeya Erebî ya Iraqê (Meşrû Erebî) Xemîs Xencer ragihand, ew deng nadin kabîneya Mihemed Elawî.
Xemîs Xencer li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, ew baweriyê nadin kabîneya nû ya Elawî, kesên tê ne ne hêja ne û hin ji wan jî tenê ji bo razîkirina hin aliyan hatine danîn, ji ber wê ne amade ne deng bidin wê.
Got jî: Em li bendê Serokê bi pêkanîna hikûmetê hatiye raspardin, kabîneya xwe serast bike.
Biryar bû îro Parlemana Iraqê ji bo dengdanê li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bide, lê ta niha rêjeya beşdarbûnê temam nebûye, ta civîna Parlemanê dest pê bike.
Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî ji pêkhateya kabîneya Mihemed Elawî ne razî ne. Parlemanterê Kurd ê di Parlemana Iraqê de Nasir Herkî ji K24ê re ragihandibû, beşek mezin ji firaksiyonên siyasî beşdarî civîna îro ya Parlemanê nabin.
S. B