Hurgelîyên nakokyên evro yên Civata Nûneran
Hûrgelîyên helwêsta hevpeyamanîyan û alîyên sîyasî derbarê civîna evro ya Civata nûnerên Îraqê.
K24- Hewlêr
Hûrgelîyên helwêsta hevpeyamanîyan û alîyên sîyasî derbarê civîna evro ya Civata nûnerên Îraqê.
Piştî nakokî kete di navbera alîyên sîyasî derrbarê dengdanê bi kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî, serokê Civata Nûneran, Mehemed Helbûsî ragehand, civîn hat dawîxistin bo roja Şembîya dahatî.
Helwêst jî bi vî awayî bûn:
Çavkanîyek: Elawî daxwaz ji Civata Nûneran kir, rûniştin bête dawîxistin bo roja Şemeya dahatî, lê Hesen Keibî, cêgirê serokê Civata Nûneran rijt bûye li ser birêveçûna civînê.
Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nûneran daxwaz dawîxistina rûniştina evero kir.
Çavkanîyek: Serokatîya Civatê li gel serokên kutleyan civîya ye daku demekê destnîşan bikin bo dengdanê bi kabîneyê.
Kutle ya Feyad: Em dijî dengdanê ne bi kabîneya Mehemed Tewfîq Elawî.
Hesen Keibî (cêgirê serokê Nûneran): Dijî bi dawîxistina civînê bûn.
Çavkanîyek: Bi sedema amadenebûna hejmara yasyî, civîn hat bi dawîxistin.
Dewleta Yasa: Helwêsta me zelal û neguhere û em deng bi evê kabîneyê nadîn.
Sadiqun: Deng didîn kabîneyê.
Kutelya Babilîyan û oirojeya Erebî; Em di rûniştina perlmanê de amade nabîn.