Rêveberiya Xweser deriyê Sêmalka yê li gel Herêma Kurdistanê daxist
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxwiyaniyekê de ragihandiye, li ser daxwaza desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê û li gorî berjewendiya giştî dixwaze wan biryar daye deriyê Sêmalka yê digl Herêma Kurdistanê ji roja 1ê meha bê ve bi awayekê temam daxistine, ew jî ji bo rêgirîkirin li belavbûna Virusa Korona ji bo navçeyên Rêveberiya Xweser.
K24- Hewlêr

Di daxwiyaniyê de hatiye jî, ew biryar heta jinavbirina temam ya Virusa Korona di warê bicîhkirinê de bimîne û dê bi biryarekê ji hevserokatiya hevbeş ya civata bicîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vebe.