Cêgira serokê Îranê û çend berpirsên din tuşî Vayrosa Korona bûn e

Kenala Televizyona RT belav kirîye, Meisûme Îbtîkar, cêgira serok komarê Îranî bo karûbarên xaniman tuşî Vayrosa Korona bûye.

K24- Hewlêr

Kenala Televizyona RT belav kirîye, Meisûme Îbtîkar, cêgira serok komarê Îranî bo karûbarên xaniman tuşî Vayrosa Korona bûye.

Ev jî di demekê de ye, ku her evro, mêdya yên Îranê û cîhanê ragehandibûn, ku Muctebî Dûlnûr, nwênerê bajarê Qum û hevdem serokê komîteya asayîşa neteweyî û sîyaseta derve di perlemana Îranê de tuşî Koronayê bûne.

Duhî jî destheldatdarên Îranê ragehandibûn, ku encamên pişkinîna Îrec Herîrî, cêgirê wezîrê tendûristîya wî welatî piştrast kirîye ku navhatî tûşî derde Koronayê bûye