Kutleyeke din dijînîya xwe bo kabîneya Elawî ragehand

Çavkanîyê haydar di Civata Nwênerên Îraqê ragehand, kutleya Eta bi serokatîya rawêjakrê asayîşa nîştîmanî ya Îraqê, Falih Feyad red kirîye deng bidin kabîne ya Mehemed Tewfêq Elawî.

K24- Hewlêr

Çavkanîyê haydar di Civata Nwênerên Îraqê ragehand, kutleya Eta bi serokatîya rawêjakrê asayîşa nîştîmanî ya Îraqê, Falih Feyad red kirîye deng bidin kabîne ya Mehemed Tewfêq Elawî.

Wî çavkanî ragehand jî: Kutleya Eta çûye alîyê kutleyên Kurdî û alîyên Sunne.

Herçende biryar bû evro, Civata Nênerên Îraqê bicive, lê heyan niha nehatîye encamdan bi sedema hebûna nakokîyan derbarê pêkanîna kabîneya nû. Cêgirê serokê Civata Nwêneran, Hesen Keibî dijî bidawîxistina piroseyê bûn, lê serokê Civata Nwêneran, Mehemed Helbusî li gel wê yekê bû civîn bête dawîxistin.