Tirkiye avê li ser parêzgeha Hesekê dibire
Artêşa Tirkiyê, avê li ser bajarê Hesekê ȗ hemû bajar ȗ navçeyên girêdayî wê dibire. Di encama wê de, hejmarek mezin ji welatiyan, di rewşeke xirab de dimîn in û bê av in.
K24- Rojava
Artêşa Tirkiyê, avê li ser bajarê Hesekê ȗ hemû bajar ȗ navçeyên girêdayî wê dibire. Di encama wê de, hejmarek mezin ji welatiyan, di rewşeke xirab de dimîn in û bê av in.
Ji bilî rewşa aloz ȗ topbaranê, tunebȗna avê pirsgirêkek dine ku xelkên bajarokê Tiltemir ȗ gundewarê wê gazinan jê dikin .
Ji heyama 4 rojan ve, welatî bê av in ȗ ava ku bidest dixin jî, ava te3le ȗ bi tenê jibo şȗştinê bi kar tînin .
Koçberên ku di dibistanên Tiltemir de bicih bȗne bi birîna avê rewşa wan zehmetir bȗye, nemzae ku karînên wan tune ne ku ava vexwarinê bikirin.
Di heyama 5 mehan ve,ev cara dȗyemîne ku artêşa turikyê kar li navenda avê ya 3elok ku li
gundewarê Serêkaniyê dikeve radwestîne ȗ di encamê de av li bajarê Hesekê ȗ hemu navç ȗ bajarên girêdayî wê hate birîn.
Rêveberiya Desteya Avê ya Tiltemir dide zanîn ku rȗsiya ȗ heyva sor a sȗrî danusatndinê bi artêşa turikyê re dike daku navenda 3elok têkeve ware kar de, lê tu besiv tune ye.
Navenda 3elok ya avê bi 10 km dȗrî Serêkaniyê dikeve ȗ 32 bîrên avê lê hene, di destpêka dagirkirina Turikyê ji Serêkaniyê re,nêzî 18 rojan hate rawestandin , lê bi navbênkariyeke rȗsî, navend vegeriyabȗ kar beriya ku careke din di 24 vê sipatê de were rawestandin.