Berpirsekê dîyar yê Îranê bi sedema Koronayê canê xwe ji dest da

Evro, Hadî Xesrew Şahî, balyozê berê yê Îranê li Vatîkan û serokê berê yê nivîsîngeha çavdêrîya berjewendîyên Îranê li Misrê bi sedema derde Koronayê canê xwe ji dest da.

K24- Hewlêr

Evro, Hadî Xesrew Şahî, balyozê berê yê Îranê li Vatîkan û serokê berê yê nivîsîngeha çavdêrîya berjewendîyên Îranê li Misrê bi sedema derde Koronayê canê xwe ji dest da.

Ji bilî postên wî yên dîplomatî, Hadî Xesrew Şahî li Îranê wek zanayekê olî û lêkolînerekê dîyar dihat nasîn.

Desthelatdarên Îranê sinûr danîne ser hatinûçûnên kesên gumamlêkirî û tuşbûyî bi vayrosa Koronayê.

Ev di demkê de ye her evro, Kenala Televizyona RT belav kiribû, Meisûme Îbtîkar, cêgira serok komarê Îranî bo karûbarên xaniman tuşî Vayrosa Korona bûye.

Ev jî di demekê de ye, ku her evro, mêdya yên Îranê û cîhanê ragehandibûn, ku Muctebî Dûlnûr, nwênerê bajarê Qum û hevdem serokê komîteya asayîşa neteweyî û sîyaseta derve di perlemana Îranê de tuşî Koronayê bûne.

Duhî jî destheldatdarên Îranê ragehandibûn, ku encamên pişkinîna Îrec Herîrî, cêgirê wezîrê tendûristîya wî welatî piştrast kirîye ku navhatî tûşî derde Koronayê bûye.