Rûsiyê:Tirkiyê em agehdar nekiribûn ku serbazên wan di nav wê karwanê de ne!

34 serbazên Tirkiyê û 58 çekdarên opozsyonê di bombebaranekê de li îdlibê hatin kuştin, erdogan jî serokatya cvîneke ewlekarya Tirkiyê kir.

K24- Hewlêr

34 serbazên Tirkiyê û 58 çekdarên opozsyonê di bombebaranekê de li îdlibê hatin kuştin, erdogan jî serokatya cvîneke ewlekarya Tirkiyê kir.

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkirîye, balefrên Sûriyê karwaneka hêzên Tirkiyê li derdorên Îdlibê kirîye armanc, di encam de 34 serbazên Tirkiyê û 58 çekdarên opozisyonê hatine kuştin , herweha zêdetir ji 30 serbazan jî brîndar bûne.

Piştî wê êrişê jî, civata ewlekarîya Tirkiyê bi serpereştîya serokomarê Tirkiyê li Enqerê civîneke awarte lidarxist.

Wezareta bergirîya Rûsiyê ragehand , Tirkiyê ew agehdar nekiribûn ku serbazên wan di nav wê karwanê de ne. Tekez kirîye jî, ku girûpên çekdar dixawztin êrişî hêzên Sûriyê li wê navçeyê bikin.