Li Îraqê çend fetwayek derbarê nivêj û mizgeftan dihête dan

Komîteya Fetwa ya Îraqê bo xwe paraztinê ji Vayrosa Koronayê çend fetwayan dide û radigehîne, Musilman dikarin li mala xwe nivêja Heynîyê bikin û neçin mizgeftê.

K24- Hewlêr

Komîteya Fetwa ya Îraqê bo xwe paraztinê ji Vayrosa Koronayê çend fetwayan dide û radigehîne, Musilman dikarin li mala xwe nivêja Heynîyê bikin û neçin mizgeftê.

Komîte ya Fetwa ya Îraqê ragehand: Evro Musilman dikarin li mala xwe nivêja Heynîyê bikin û neçin mizgeftê, nemaz kesên pîr û zaro û ewên berevanîya leşên wan bêhêze û egera tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê zêdetire.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, nabe xwedî dermanxane, enbar, xwedî mol, bazar û dukandar rewşê veqozin û behayê kelûpel û tiştan zêde bikin, hevkarê kiri li ser xêr û karên baş ji alîyê şerîeyê ve erke li ser hemû Musilmanan.

Aşkera jî kirîye, ew kesên helgirên Vayrosê ne,  yan guman li ser wan heye, rêdayî nîne û herame têkelî xelkê û cihên giştî bibin û pêwîste serdana mizgeftê nekin û pêwîste li cihekê taybet nivêjê bikin, heya çak dibin û ev jî bi pitştevanî bi fermûdeyeke Pêxemeberî (D. X)

Komîteya fetwaya Îraqê ragehand, ragirtina dewamê li xwîndingeh û kolîcan di vê demê de, ji alîyê Şerîetê ve rêpê hatîye dan û ev jî bi armanca rêgirtinê ji belavbûna Vayrosê.