Li Bexda dû kes hatin kuştin

Bi sedma teqîna bombeka çandî li baûra Bexdayê 5 kes bûne qurbanî.

K24- Hewlêr

Bi sedma teqîna bombeka çandî li baûra Bexdayê 5 kes bûne qurbanî.

Çavkanîyekê ewlekarîyê li Bexdayê ragehand: Şeva burî, bombeka çandî di bazareke milî de li bajarokê Mehmûdîye, li Başûrê Bexda teqî û bi sedema wê 2 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Ji alîyek dî ve, li qada Xellanî, bi sedema bikarhînana gaza hêsiran ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve 5 xwenîşander tuşî bihin kurtîyê bûn.