Sûriye: Tirkiye dixwaze NATO ji berjewendiyê xwe re bikar bîn e

Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de Beşar Caferî diyarkir, ku Tirkiye dixwaze bi gefan û lîstikan welatên Ewrûpa bikşîne aliyê xwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de Beşar Caferî diyarkir, ku Tirkiye dixwaze bi gefan û lîstikan welatên Ewrûpa bikşîne aliyê xwe.

Caferî di civîna Encûmena Asayişa Navneteweyî ya Netweyên Yekgirtî taybet bi Krîza Idlibe de axifî: “Welatê min li dij siyaseta rejîma Erdogan hemberî xelkê sivî û bêtawan ên Sûriye, ku ber bi şer ve bikşîne, Hevpeymaniya NATO bike hevbeşê lîstikên xwe û bikaranîna sivîlan wekî gefekê hemberî welatên Ewrûpayê, derdikeve”.

Nûnerê Sûriye di Neteweyên Yekgirtî de daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, ku nebin hevbeşê kiryarên şermezar ên rejîma Erdogan û pabendî yasayên navneteweyî bin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment