Wezareta Tenduristiyê bangewaziyekê belav dike
Wezareta Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê bangewaziyeke bilez belav kir û diyar kir, hin welatî û geştiyarên Herêma Kurdistanê bi qaçaxî û bê pişknîna tenduristî vegeriyane Herêma Kurdistanê û divê pêwendiyê bi tîmên bijîşkî re bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê navên wan kesên bê pişknîn ji Îranê vegeriyane di bangewaziyê de belav kirin daxwaz ji welatiyan kir, ji bo parastina tenduristiya wan, xwe ji wan kesan dûr bixin û ji bo rêgirtina li belavbûna vayrosa Korona pêwendiyê bi tîmên bijîşkî re bikin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî beriya niha ragihandibû, hinek welatiyên Herêma Kurdistanê bi qaçaxî ji Îranê vegeriyane. Heger ew neçin ba tîmên tenduristiyê, ewê bi neçarî wan bibin.
Heta niha ti haleteke tûşbûna bi vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê nahatiye tomarkirin û Wezareta Tenduristiyê jî ragihand, wan hemû rêkar girtine ber, ji bo rêgiriyê li belavbûna wê vayrosê bikin.
S. B